• Friday, 29 November 2024
logo

Ofîsa serok komarê Iraqê li ser hevpeyvîna Miliyetê daxuyaniyek da

Gulan Media November 22, 2010 Nûçe
Ofîsa serok komarê Iraqê li ser hevpeyvîna Miliyetê daxuyaniyek da
Di çarçovê serdana serok Talebanî de bo Parîsê ku bi armanca beşdarîkirina di civînên Enternasyonala Sosyalîst de serdana xwe pêk anîbû, rojnameya Miliyetê roja 18’ê vê mehê di gel wî hevpeyvînek pêk anî, lê mixabin kenalên ragihandinê yên erebî ku çend beşên wê hevdîtinê belav kiribûn, gotinên serok Talebanî û pêşekiya rojnamevana ku hevpeyvîn çê kiriye tevlîhev kirine. Em hêvîdar in ku ev tevlîkirina gotinên her du aliyan jî bi mabest nebe.

Ya ku cihê matmayînê ye ku hinek navendên siyasî û parlamentoyî jî ku di nav hikûmetê da ne li ser wan beşên ku di wê hevpeyvînê de hatine belavkirin, lez kirin û ev yek dikare bibe sedema şêlûkirina rewşê û çêbûna gengeşeyan.

Serok Talebanî bi tu awayî peyva (hespê doraw - jêrketî) ji bo serkirdeyekê siyasî yan tu firaksiyoneke parlamentoyê bi kar neaniye. Bi tu awayî jî zirar li peywendiyên digel Tirkiyeya nedaye, wek ku berdevkekê Fraksiyona El Iraqiyeyê amaje pê kiriye. Belkû serokkomar di hevpeyvînê de zêdetir ji carekê dupat kiriye ku ew dostekê stratejîk ê Tirkiyeyê ye. Herçend e hinek aliyên Trkiyeyê rexne jî kiriye, lê belê rijd bûye li ser wê yekê ku ew endaziyarê peywendiyên stratejîk e û handerê xurtkirina pira navbera her du welatên cîran e. Di heman demê de amaje bi wê yekê kiriye ku serokkomarê Tirkiyeyê Ebdulla Gul ku bi dostekê ezîz wesif kiriye, bi telefonê bi wî re axiviye û bi munasebeta dubare hilbiartina wî bo xuleke din a serokatiyê, pîrzbahî li wî (Talebanî) kiriye.

Nivîsgeha ragihandinê a serokkomar di demekê de ku daxwaz ji karmendên kanalên ragihandinê dike ku di veguhestina gotin û daxuyaniyên berpirsan de hûrbîn û dilsoz bin. Nivîsgeha ragihandinê a serokkomar her wiha bi hêvî ye ku berdevkên fermî yên fraksiyonên parlamentoyê lezê nekin, bo ku nekevin xeletiyan û nebin sedema çêkirina arîşeyan, di demekê de ku tu arîşeyek jî di holê de nîne.

Nivîsgeha Ragihandina serok komar
Top