Konferensa rêxistin û ajansên NY li Hewlêrê tê saz kirin
Di destpêka civînê de Dawud Kalon berpirsê ofîsa Îraqê ya rêxistina WFP behsa armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku madakeriyên yekemîm konferensa rêxistinên ser bi NY yên li Îraqê kar dikin ku, biryare di roja 22.11.201ê li Hewlêrê bê saz kirin, dikin.
Herwesa Kalon got ku ji sala 2003ê û vir de tu konferensên bi vî awayî, ku tevaya rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve tê de başdar bin, li herêma Kurdistanê nehatine saz kirin. Dawud Kalon ew yek jî got ku di konferensê de dê behsa kar, çalakî ş xebatên wan rêxistinan û mekanîzma hevahengiyê digel saziyên hikûmetê bê kirin.
Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê tekîd li ser piştevaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bo serxistina bernameyê rêxistinên ser bi NY ve li herêma Kurdistanê kir û got ku ew hêvî dike konferensa Hewlêrê palderek be bo rêxistin û ajansên NY da bikarin zêdetir hevkariya binyatdanan herêma Kurdistanbê û xizmeta hevwelatiyan bikin.
Mistefa got ku Neteweyên Yekgirtî dikare fêdey ji aramiya herêma Kurdistanê wrbigire bi bicîkirina bernameyên xwe yên girêdayî Îraqê jî.