• Friday, 29 November 2024
logo

El-Partî li Swêsra konferansa xwe lidarxist

Gulan Media November 22, 2010 Nûçe
El-Partî li Swêsra konferansa xwe lidarxist
Li Bern a paytextê Swêsra, Rêxistina vî welatî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) konferansa xwe lidarxist.

Roja 21.11.2010an Li Bern a paytextê Swêsra, Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî), rêxistina Swêsra, konferansa xwe saz kir. Konferans bi navê sekreterê Partî yê koçkirî Deham Mîro hat binavkirin û dest bi karûbarên xwe kir.

Di konferansê de karê sala borî yê rêxistina Swêsra ya El-Partî di bin çavan re hat derbazkirin û başî û kêmasiyên kar hatin şirovekirin.

Herwiha di dawiya konferansê de planên nû hatin danîn û gihandina dengê gelê Kurd li Sûriyê bo welatên demokratîk wek armanc hat girtin. (Rûdaw)
Top