El-Partî li Swêsra konferansa xwe lidarxist
Roja 21.11.2010an Li Bern a paytextê Swêsra, Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî), rêxistina Swêsra, konferansa xwe saz kir. Konferans bi navê sekreterê Partî yê koçkirî Deham Mîro hat binavkirin û dest bi karûbarên xwe kir.
Di konferansê de karê sala borî yê rêxistina Swêsra ya El-Partî di bin çavan re hat derbazkirin û başî û kêmasiyên kar hatin şirovekirin.
Herwiha di dawiya konferansê de planên nû hatin danîn û gihandina dengê gelê Kurd li Sûriyê bo welatên demokratîk wek armanc hat girtin. (Rûdaw)