Petrolek zêde li Kurdistanê hat vedîtin
Rojnameya “Daily Mail” a Ingilîzî di hejmara xwe ya duhî de belav kiriye, “Fîrmaya Heritage Oil ya ku li Herêma Kurdistanê dixebite, aşkere kir ku di encama xebatên xwe de qebareyeke mezin a petrolê di kêlgeha Mîran rojava ya 2 de hatiye vedîtin.”
Li gorî rojnameya navbirî, vekolînên Heritage Oil ji bo vedîtina petrolê li wê navçeyê berdewam in û heta niha gelek petrol dîtine.
Fîrmaya Heritage Oil di cotmeha sala 2007ê de girêbestek digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kir bi armanca berhemhênana petrolê li kêlgeha Mîran ku rûberê wê digehe 1015 km çargoşe. (AKnews)