• Friday, 29 November 2024
logo

Biryarên Konferansa Kurdî ya li Parlamentoya Ewropayê

Gulan Media November 20, 2010 Nûçe
Biryarên Konferansa Kurdî ya li Parlamentoya Ewropayê
Di encamnameya Konferansa Kurdî ya Navneteweyî ku li paytexta Belçîkayê Brukselê, di Parlamentoya Ewropayê de hatibû lidarxistin hate xwestin ku, bo çareserkirina pirsgirêka kurd, Tirkiye gavên demokratîk bavêje.

Li gor AKnews`ê Encamnameya Konferansa Kurdî ku li Brukselê roja çarşemê hatibû lidarxistin, biryarên ku hatin girtin bi kurtî, ev bûn:

- Divê Yekitiya Ewropa (YE), bo ku hê zêde reforman bike û Krîterên Kopenhagê bîne cih, ser Tirkiyeyê zext bike.

- Divê Tirkiye, standardên mafên mirovan ên navneteweyî ku derbarî pêşîlêgirtina êşkenceyê û binçavkirinê pêk bîne.

- Astengiyên ser azadiya raman û îfadekirinê divê bêne rakirin.

- Divê YE, bo aştiya kurd û tirkan, diyaloga navbera kurd dewleta Tirk teşwîq bike û alîkarî bike.

- Dewletên YEyê, şûna ku xebat û hewladanên demokratîk û aştiyane yên rêxistinên kurdan ku li Ewropayê ne krîmînalîze bikte, divê piştgirî bide.

- Divê, YE, hewl bide ku, benda hilbijartinê ya ji sedî 10ê ya Tirkiyeyê bête daxistin.

- Divê Tirkiye, Peyvnameya Çarçoveya Ewropayê ya Derbarî Parastina Hindikahiyan bipejirîne û bo mafên kulturî yên hemû koman rêzdar be û bo perwerdeya zimanê dayikê gav bavêje.

- Li Tirkiyeyê rîska tundiyê bilind e û divê rewşa jinan li wê derê bête başkirin.

- Divê vegera kesên ku ji ber pevçûnan neçarî berdana gundên xwe mane, bête temînkirin.

- Divê Tirkiye, hemberî biryara agirbestê ya PKKê û yekparebûna axa Iraqê rêzdar be û bo vê bombardimanên ku ser Herêma Kurdistanê dike bi dawî bîne û operasyonan rawestîne.

- Siyasetmedarên ku ji Doza KCKê tên darizandin, divê serbest bêne berdan.

- Ger Tirkiye, berpirsiyariyên xwe anîn cih, divê welatên endamên YEyê, Tirkiye li derve nehêlin.
Top