Sîrwan Mihemed: “Hikûmeta Îraqê naxwaze serjimêrîya giştî çê bibe”
- Eger vê carê jî di 05.12.2010ê de serjimêrî çê nebe, qanûna jimare 40 ya sala 2008ê tê bin pê kirin, herwesa destûr jî tê bin pê kirin, ji ber ku li gor destûra Îraqê divê her 10 salan carekê serjimêriya giştî li sertaserî Îraqê bê kirin. Eger pirs neyê çareser kirn, herêma Kurdistanê dê helwestê xwe hebe.
Li dor serjimêriya giştî biryare li ser daxaza wezareta pilandananê ya Îraqê, li bajarê Bexdayê civîneke berfireh çêbibe. Wezareta pilandanana Îraqê wî civînê bi civîneke giring û yelalîker bi nav dike dike.
Lê li ser civîna Bexdayê ku biryare roja duşemiyê bê saz kirin, Sîrwan Mihemed got ku herêma Kurdistanê wê civînê bi pêwîstî nizane ji ber ku her tişt beriya nuha hatiye amadekirin û biryar li ser hatiye dan.
- Beriya nuha form, mêkanîzim û rênîşanderên çewaniya encamdana serjimêriyê hatine danan û amadekirin û roja encamdanan serjimêriya hatiye diyar kirin û rêkeftin li ser hatiye kirin ji ber hindê pêwîstî bi civîn roja duşemiyê ya Bexdayê nake.
- Herêma Kurdistanê dê bi şandeyekê beşdariyê di civîna Bexdayê de bike, lê di heman demê de herêma Kuridistanê li ser encamdana serjimêriya giştî di dema diyar kirî de ku li roja 05.12.2010ê ye, bi îsrar e. Eger serjmêrî di dema diyarkirî de nebe, dê bi rêyên qanûnê aliyên xemsar tawanbar bikin.
Weke tê zanên diviya bû di 24.10.2010ê de serjmêrî bihata kirin lê ji ber daxwaza erebên Kerkûk û bexdayê ew pirose hat paşdexistin bo roja 05.12.2010ê.