Li Belçîka hejmarek qaçaxciyên Kurd hatin dadgehkirin
Di rojnameya (de morgen) a belçîkî de hat ku hejmarek qaçaxciyên Kurd di nava çend mehan de 170 carî penaberên ne yasayî derbazî Ewropayê kirine û dora 40 hezar ewro qezenc kirine.
Ev giropa qaçaxciyên ku bi hev re karê qaçaxiya mirovan dikirin, tundûtîjî bikar anîne. Weke bûyera hewldana kuştina penaberekî çînî, ev jî piştî ku ew 4 rojan girtî mabû, û dixwest bireve, lewra qaçaxciyan ew dan ber kêra, lê kesê Çînî ji mirinê rizgar bû û li gor zanyariyên wî, polîsan karîn ew 14 kurdên ku karê qaçaxciyê dikin bigrin.