• Friday, 29 November 2024
logo

Şanokarê kurd Teha Xelîl çû ber dilovaniya xwedê

Gulan Media November 18, 2010 Nûçe
Şanokarê kurd Teha Xelîl çû ber dilovaniya xwedê
Teha Xelîl şanokarê navdarê Kurd duhî demjmêr 4ê sibê li nexweşxana Silêmaniyê çû ber dilovaniya xwedê û li goristana Seywan hat veşartin.

Teha Xelîl sala 1940ê li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Derçûyê beşa şanoyê ya Peymangeha hunerî ya Bexdayê û di sala 1950ê de bo cara yekê di şanoyekê de beşdar bû.

Teha Xelîl di jiyana xwe ya hunerî de di 120 şanogerîyan de beşdarî kiriye û derhênana bêtirî 20 şanogerîyan kiriye û nêzîkî 15 şanogeriyên din jî nivîsandine.
Top