• Friday, 29 November 2024
logo

Talabanî biryara darvekirina Tariq `Ezîz îmze nake

Gulan Media November 17, 2010 Nûçe
Talabanî biryara darvekirina Tariq `Ezîz îmze nake
Celal Talabanî Serokomarê Îraqê, daxuyakirin ku, ew biryara darvekirina alîkarê berê yê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê rijêma Sedam Tariq `Ezîz îmze nake.

Talabanî ku ji bo civîna Sosyal Enternasyonal li paytexta Firense Parîsê ye, li wir di hevpeyvînekê de bi televizyona 24 ya Firensî xuyakir: “Ez fermana darvekirina Tariq `Ezîz îmze nakim, ji ber ku ez Sosyalîstim û wekî din jî ji ber ku ew Xiristiyanekî Îraqiye û temenê wî ji 70 salî boriye”

Cihê amaje pêdanê ye ku dadgeha bilinda Îraqê di 26’ê Cotmehê de sizayê darvekirinê bi ser Tariq `Ezîz de sepand û ta ku ew sizaye bê cêbecêkirin pêwîste yan serok komar yan yek ji aliyê wî ve wê sizayê îmzebike.
Top