• Friday, 29 November 2024
logo

7’emîn konferansa Kurdî îro dest pê dike

Gulan Media November 17, 2010 Nûçe
7’emîn konferansa Kurdî îro dest pê dike
Îro, “7emîn Konferansa Navneteweyî ya Kurd” dest pê dike. Di Konferansê de, gelek rewşenbîr û siyasetmedarên navdar ên kurd û ji gelek welatan amade dibin.

7emîn Konferansa Navneteweyî ya Kurd, ku ji aliyê Komîsyona Welatî yaTirkiyeyê (EUTCC) ya yê hatiye organîzekirin û ji aliyê Koma Dostaniya Kura a Perlemana Ewropayê ve jî tê piştevanîkirin, îro piştî nîvro, li paytexta Belçîkayê Birûkselê tê lidarxistin.

Di nav vexwendiyên konferansê de, Desmond Tutu rahîbê Afrîqaya Başûr û xwediyê Xelata Nobel a Aştiyê, Şîrîn Êbadî nivîskar û parêzera îranî û xwediyê Xelata Nobel a Aştiyê, Bianca Jagger Sefîra Niyetxêrê ya Konseya Ewropayê û xwediyê Xelata Sakharov a Perlemana Ewropayê û siyasetmedara kurd Leyla Zana, nivîskarên navdar ên Tirkiyeyê Yaşar Kemal û Vedat Turkali û nivîskar û zimannasê mezin ê amerîkî Noam Chomsky jî hene.

Di konferansa bi navê “, Tirkiye û Kurd” de, mijarên weke “di riya aştiyê de zehmetî”, “pêşîvekirina kurd”, doza KCKê, guhertina destûra bingehîn, xwestekên kurdan ji bo ziman û otonomiyê û pêvajoya tevlêbûna Tirkiyeyê di Yekitiya Ewropayê de, wê bên baskirin.

7emîn Konferansa Navneteweyî ya Kurd, dê heta sibê êvarê bidome. (AKnews)
Top