• Friday, 29 November 2024
logo

Almaniya radyoyekê li Herêma Kurdistanê vedike

Gulan Media November 16, 2010 Nûçe
Almaniya radyoyekê li Herêma Kurdistanê vedike
Konsolgeriya Almaniyayê radyoyekê bo xwendekar û zarokan li Herêma Kurdistanê vedike.

Konsolê Almaniya Li Herêma Kurdistanê Stephen Bantle di vê derbarê de ragihand, “Peymangeha Gote ku wek saziyeke fermî ji bal Almanya ve tê nasîn û ofîsa wê li Herêmê jî heye, dê radyoyekê veke bi armanca pêşvebirina têkeliyên navbera Almanya û Herêma Kurdistanê.”

Bantle herweha got: “Ev radyo dê bo zarokên wan malbatên ku ji Almanya û Ewropa vegeriyane herêmê be û her wiha bo zarokên din yên dixwazin fêrî zimanê Almanî bibin.”

Bantle aşkere kir ku ev radyo ku dê li Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê be û weşana wê bi zimanên Almanî, Kurdî û Erebî be. Ew taybet e bi jiyana xwendekar û zarokan.

(AKnews)
Top