• Friday, 29 November 2024
logo

Serokê herêma Kurdistanê û serok wezîrê Iraqê mora xwe ya li gel Iraqiye şikandin

Gulan Media November 13, 2010 Nûçe
Serokê herêma Kurdistanê û serok wezîrê Iraqê mora xwe ya li gel Iraqiye şikandin
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û Nûrî Malikî serokê wezîrên Iraqê, mora xwe ya derbarê rêkeftina bi Firaksyona Eliraqîyye re vekişandin.

Rêkeftina navbera hersê aliyan, li ser şêwazê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bû û Firaksyona Eliraqiye, bi vekişîna xwe ya ji kombûna yekema parlementê ya roja pênşemê, bû egerê şikandina wê rêkeftinê.

Nesar Elrubey`î Endamê Firaksyona Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê yê bi ser alîyê Sedir ve derbarê vê yekê ji Elsomeriye News re got, ku serokê herêma kurdistanê û serokê wezîrên Iraqê êdî pêgiriyê bi rêkeftina bi Eliraqiye re nakin.

Nesar Elrubey`î herweha got: “kurd û Hevgirtina Niştimaniya Iraqê, ji kar û kirdarên Eliraqiye nerazî ne, kar û kirdarên serokê niha yê parlementa Iraqê Usama Nuceyfî jî ne rêxistî ne û em jê nerazî ne”.
Top