Beşîkçî: Divê mirov pirsa Kurd bi awayekî zanistî bigre dest
Darizandina Civaknas û Nivîskar Îsmaîl Beşîkçi ji ber nivisa ''Kurd û Destnîşankirina Mafê Çarenûsê yê Kurdan" bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" doh berdevam kir. Dozger, îdîa kir ku tîpa Q a alfabê ji ailyê PKKê ve tê bikaranîn û nivîsandina Qendîlê ku bi tîpa 'Q' dest pê dike jî wek xizmeta PKKê nirxand.
Civaknas û Nivîskar Îsmaîl Beşîkçi ji ber nivîsa bi navê ''Kurd û Destnîşankirina Mafê Çarenûsê yê Kurdan" ku di Govara Di Serdema me de Civak û Hiqûq de nivîsandibû, li wî û Rêveberê Karê Nivîsê yê govarê Zeycan Balli Şîmşek, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" li 1-mîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê doz hatibû vekirin. Di danişînê de ligel Beşîkçî û Şîmşek 30 parêzer amade bûn. Herwiha endamên Platforma Azadiya Ramanê ya Enqere, Parlementerê BDPê Ufuk Uras, Temel Demirer, Ferai Tınç, Çayan Demirel, Muhsin Kizilkaya, Sîbel Ozbudun, Serokê TGSê Ercan Îpekçî jî di nav de gelek nivîskar û rewşnebîr jî tevlî dozê bûn.
Dozger: Tîpa Q fermana PKKê ye
Di danişînê de Dozgeriya Komarê mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir. Dozger, îdîa kir ku Beşîkçî, bi armanca çalakiyên PKKê rewa bike û bi vêna jî propaganda rêxistin kiriye. Dozger, îdîa kir ku tîpa "Q" a di alfabeya Kurdî de ji aliylê PKKê ve tê bikaranîn û gotina Qendîlê jî ne rewa nîşan da. Dozger xwest ji ber vê yekê li gorî madeya 53an a TCKê bên cezakirin.
'Heta bi awayekî zanistî neyê bîrkirin çareserî pêk nayê'
Piştî dozgeriyê Beşîkçî parastineke dirêj kir. Beşîkçî, bal kişand ser niqaşên guhertina destûrê yên ji sala 2007an heta niha tên kirin û wiha got: "Hiquq bi nîqaşên wiha pêş dikeve. Dema we qedexeyek anî tenê ji bo hiquqê na ji bo qadên çandê û siyasî hemûyan pêk tê." Beşîkçî di parastina xwe da pergala perwerdê ya Tirkiyê jî rexne kir û wiha axivî: "Dema me zanîngeh dixwend me di tu dersan de peyva Kurd nedît. Bifikirin hûn kesekî zanyar pêşdixin lê di dersên hûn didinê de tu peyvên Kurdî derbas nebin didinê. Hûn di derheqê wî de xwedî tu agahiyan nabin. Herwiha dema ku me leşkerî kir me gelek gorên Ermeniyan dîtin lê ramana me ya lêpirsînê pêşneket. Êdî di roja me de ne wiha ye. Êdî kî tevlî tevegerên civakî dibe çi dixwaze lêkolînê li ser wan dike."
'Gelo kesên bo gelekî ji 30 hezaran pêk tê azadiyê dixwazin çima ji bo gelê ji 40 milyonan pêk tê bêdeng dibin?'
Beşîkçî, da zanîn ku divê mirov pirsa Kurd bi awayekî zanistî bigre dest û wiha pê de çû: "Îro li Rojhilata Navîn 40 milyon Kurd hene. Lê ne li YE, Konseya Ewrûpa, NY û ne jî di Rêxistina Îslamî de nûnertiya wan tune. Ya min got îfadeya fermî ya zanistiye. Li ser cihanê 207 dewlet hene û d nav wan dewletan de dewletên nifusa wan ji 30 hezaran pêk tê hene. Cihê nifusa wî ji 30 hezaran pêk tê dibe dewlet lê gelê Kurd ê ku nifusa wî 40 milyon e nabe dewlet. Çawa ev pergal hat avakirin û Cemiyeta Neteweyan Kurdistan perçe kir. Gelo tu ji bo 30 hezarî dengê xwe dernaxî lê çima ji bo 40 milyonan deng der dixî.? Îro li Nisêbîn û Qoserê 5 hezar kes dimeşin ji wan 3 hezar jin û hezar û 500 jî zarok in. Ev însan çawa bi civakî derdikevin kolanan, çi daxwaz dikin divê bê lêkolînkirin. Ev hemû pêşketinên siyasî û civakî ancax em bi zanistiyê fêm bikin. Em berê xwedî vê zanistiyê nebûn. Me hemû tişt lêpirsîn nedikir. Lê îro dema bi zanistiyê lêpirsînê ye. Nivîsa min zanistiye, divê dozger derheqê mirovên di warê zanistî de lêkolînan dikin lêpirsînê nekin."
'Li vî welatî hê tîpên Q. X. W qedexe ne'
Beşîkçî jî li ser mutalea dozger sekinî û balkişand ser 'Qendîlê' û wiha axivi: "Di navbera salên 1980 û 1985an de li Bulgarîstanê navên Bulgaran li Tirkan kirin. Li ser vêkê Tirkiye reaksyoneke dijwar pêşan da. Vê polîtîka Bulgarîstanê encax 3 mehan dom kir. Îro Bulgaristan endamê YE ye. Lê Tirkiye hê tîpa Q wek pirsgirêk dibîne. Li Tirkiyê hê Kurd navên bi tîpên 'Q. X. W' pêk tên nikarin li zarokên xwe bikin. Ji bo pêşiya Tirkiyê bê vekirin divê ev pîrsgirêk bê çareserkirin." Piştî gotinên Beşîkçî li ser navê parastinê Bagci jî diyar kir ku nivîsa ku ew tên sucdar kirin nivîseke zanistiye û ji ber vê yekê ew sucdariyan qebul nakin.
'Dozger qebul neke jî ew Kurdistana Başûr e'
Piştre Parêzer Taylan Tanay, dora axaftinê wergirt û li ser mutaleya dozger wiha got, "Dozger di mutaleya xwe de Qendilê suc dibîne. Lê ew di erdnigariyê de Herêma Kurdistana Başûr diyar dike û di wê herêmê de Kurdî tê axaftin. Em bixwazin nexwazin zimanê Kurdî heye. Dozger bi xwe jî bi klavya Q dinivîse ger suc be ku berê ku xwêdank komkirin bila klavyan jî kom bikin. Dîsa dozger dema Kurdî nivîsandiye tîpa serî biçuk nivîsandiye. Hêvîdar im ev ne ji nerîna siyasî ya dozger hatibe şaşiyek be. Naxwe hûn Kurdî bi tîpa biçuk nanivîsîn biçuk nabînin." Piştî parastina Tanay danişîn demek kin navber dayê û guh da daxwazan. Parêzerên parastinê diyar kir ku dozger di mutaleya xwe de sucên nû bilêv dike û ji bo parastinê demeke zêde xwest. Dadgehê ev daxwaza parêzeran qebul kir û danîşin taloqî 4ê Adara 2011an kir.
'Divê pirsa Kurd bê çareserkirin'
Piştî danişînê Beşîkçî, nivîskar û ronakbîrên ji bo piştgiriya wî hatîn daxwiyaniyek dan çapemeniyê. Beşîkçî axaftinek kurt kir û got; "Yek ji nîşaneya şaristaniya hemdem azadiya vegotinê ye. Di vê bingehê de pirsa Kurd pirsgirêka Tirkiyê ya herî mezin e. Divê yekser bê çareserkirin." Li ser navê Platforma Ramana Azad Mahmût Konak jî wiha axivî: "Nirxandin û eşkerekirinên Beşîkçî di çerçoveya ramana azad de ye. Ji bo wijdana xwe em ê vê dozê bişopînin."
'Doza KCKê nîşan dide ku gotarên demokrasiyê vala ne'
Serokê Şaxa ÇHDê ya Stenbolê Taylan Tanay jî diyar kir ku astengkirina mafê parastinê ya Kurdî ya darizandinên KCKê û darizandina Beşîkçî dide destnîşan kirin ku ligel gotorên hemasetê yên li ser kursiyan demokrasî pêş neketiye û axaftina xwe wiha qedand: "Îro peyva Kurd di lîsteya qedekiriyan de ye. Li hemberî bizîşkê felsê Îsmaîl Beşîkçî jî tehamul nakin. Bila bê zanîn ku tu dîrok an jî zagon ne li ser rastiyên civakî ne."