• Friday, 29 November 2024
logo

Mûçeyê serokê herêmê û cîgirê wî di Perlemanê de hat pesend kirin

Gulan Media November 10, 2010 Nûçe
Mûçeyê serokê herêmê û cîgirê wî di Perlemanê de hat pesend kirin
Duhî 9-11-2010ê Perlemana Kurdistanê bi serokatiya diktor Kemal Kerkûkî û amadebûna diktor Erselan Payîz cîgirê srokê perlemanê û Firzet Ehmed sikritêrê perlemanê rûniştina normal a jimare 13 ya gera girêdanê ya yekê ji sala duyê ya xola sêyê helbijartinan sazkir.

Di despêka rûniştinê de serokê perlemanê bernama karî ku ji 5 xalan pêkhatibû xwend ku taybet bûn bi giftûgo kirina 5 piroje yasayan: piroje yasaya wezareta bajêrvanî û geştûgozarê, piroje yasaya mûçe û dermala serokê herêmê û cîgirê wî, piroje yasaya wezareta rewşenbîrî û lawan, pêşinyara yasaya zanîngehên taybet û piroje yasaya qerebûkirina girtiyên ne li gor yasaya herêma Kurdistanê hatine girtin.

Di beşek dina rûniştinê de piroje yasaya mûçe û dermala serokê herêma Kurdistanê û cîgirê wî hat rojevê, û derbarê mada yekê ku taybet bû bi diyarkirina mûça serokê herêmê bi (15 milyon dînar=12,500$) , çi gorankarî bi ser de nehat û bi yek deng dij hat pesendkirin.
Top