Wezîrê derve yê Turkiyayê gihîşte Hewlêrê
Ahmed Davud Oglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê di civîneke rojnamevaniyê de diyar kir ku tu armancên taybet ên serdana wî bo Hewlêrê tune ne û diyar kir ku armanca serdana wî gotûbêjkirine derbarê pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê.
Davud Oglu her wiha destpêşxeriya serok Barzanî di çareserkirina pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de bi giring da zanîn.