• Friday, 29 November 2024
logo

Serokê Emrîka piştevaniya xwe bo destpêşxeriya Serok Barzanî derbirî

Gulan Media November 5, 2010 Nûçe
Serokê Emrîka piştevaniya xwe bo destpêşxeriya Serok Barzanî derbirî
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peywendiyek telefonî ji aliyê birêz Barack Obama Serokê Wîlayetên Yekgirtiyên Emrîka pêgîşt û di peywendiya telefonî de Serokê Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka piştevaniya xwe bo destpêşxeriya Serok Barzanî derbirî û bi pêngavek giring dazanîn.

Her wiha di vê pêwendiyê de ji bo komkirina aliyên siyasî yên Iraqê sipasiya hewlên Serokê Herêma Kurdistanê kir bo pêkanîna Hikûmetek hevbendî ya rasteqîne ku hemû pêkhatên gelên Iraqê bi xwe bigre û kiryar di bersivdana daxwaz û pêdivî û aramkirina welat de hebe.

Di beşekî dina peywendiya telefonî de Serokê Emerîka tekez li berdewamiya hemahengiya di navbera her du aliyan de kir.
Top