Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê li hewlêrê beşdarî di behiya qurbaniyên dêra Sîde Necat ya li Bexdayê rûday kir
Berhem Salih li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê sersaxî pêşkeşî malbatên qurbnaiyên dêra Seyde necat kir û dilgiratniya xwe li hember wê kiryara terorîstî bo ser cîyên pîrozên mesîhiyan diyar kir û got:
- Ew tawan ne bi tenê li dijî xwîşk û birayên me yên mesîhî ye, lê ew tawan li dijî hemû gelên Îraq û herêma Kurdistanê ye. Hevwelatiyên mesîhî xwîşk, bira, kesûkar û dostên me ne. Li herêma Kurdistanê em bi yek çav li hemû aliyan dinêr in û em cudahiyê naxib di navbera ol, mezheb û neteweyan de.
- Herêma Kurdistanê herêmeker azad û aram e, vê yekê jî wisa kiriye ku hemû ol û netewe li herêma Kurdistanê azad bin û tu tirs li ser netewe û pêkhatên din li herêma Kurdistanê nebe. Hemû ew hevwelatiyên ji tirsa teror û şidetê ji deverên din yên Îraqê ber bi herêma Kurdistanê hatine, ser û malê wan parastiye û hurmet jê re hatiye girtin
Ji aliyê xwe ve serokê kenîsa siryanî-kasolîkî li Enkawayê li ser navê xwe, kenîseyê û tevaya mesîhiyên Enkawa sipasî berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kir û got em dizanin ku ev karesat bi tenê bi serê mesîhiyan de nehatiye lê ew karesat bi ser tevaya xelkê Îraq û Kurdistanê de hatiye.
Serokê kenîsa siryanî-kasolîkî li Enkawayê beşdariya serokê hikûmetê di taziyê de bilind nirxan dû got ku ev nîşana wefadarî û hevsoziya hikûmetê ye bo mesîhiyan û hikûmeta herêma Kurdistanê di warê parastina mal û canê mesîhiyên Kurdistanê de kêmasî nekiriye.