Erdogan: Bo hevdîtina ligel Ocalan gav tên avêtin û dê bên avêtin
Erdogan beri biçe Kosova li Balafirgeha Esenboga bersiva pirsên rojnamegeran yên derheqê mijarên rojevê û teqîna Taksîmê de da. Erdogan, li ser teqîna Taksimê wiha axifî: ''Têkildarî karên teknîkî de hevalên me yên Stenbolê ji xwe daxwiyanî dan. Yanî aliyê bûyerê yê provokatîf çiye çi nîn e. Ji xwe di nav vê pêvajoyê de dê şopandina vî karî bê kirin. Gelek daxwiyanî hene. Wezareta Navxwe derbarê wî kesî de lêkolînan dike. Di daxwiyaniyên niha de her çiqas berê li Xakurkê ma be jî ger bê rojevê têkiliyê wê yekê çiye çî nin e. Ez difikirim ku ji bo ev yek bê eşkerekirin zû ye. Lê ya bingehîn ew e encamên di şopandinê de bidest bikevin. Ev yek dibe ku têkiliyên bombeya zindî yên cuda derxe holê."
'Hêzên ewlekariyê dê her tim operasyonan pêk bînin'
Erdogan derbarê operasyonên leşkerî û bêçalakiyê de jî bersivên balkêş dan: "Ji xwe bê sedem operasyon nayên kirin. Operasyon li ser îxbar û agahiyên tên û wergirtina tedbîran tên kirin. Ger hêzên ewlehiyê îstixbaratekê bigrin dê operasyon bên kirin. Ger hêzên ewlehiyê mudaxeleyî vê yekê nekin di rojên pêş de kêmasiyek derkeve di serî de hûn dê rexne bikin. Ne mimkun e hêzên ewlehiyê çekan deynin. Hêzên ewlekariyê dê her tim operasyonan bikin. Heta 'rêxistina terorê' çekên xwe deyne wê demê êdî pêdîvî bi operasyonan namîne."
Erdogan, derheqê mijara parlamenteriya Turk û Tugluk de jî wiha got: "Li gorî min daxwiyaniya Serokê Meclîsê daye rast e. Rastiya vî karî ev e. Dadgeha Destûrê biryar wergirtiye. Tu tiştekî ku biryara destûrê biguhere tune. Ev kar xilas bûye."
'Wekî hikûmet û saziya siyasetê em hevdîtinan nakin'
Erdogan, bersiva rexneyên MHPê yên AKP bi "PKK'ê re bazarê dike" da û got: ‘’Tiştekî wiha tune û em wek hikûmet bi PKK'ê re hevdîtinan nakin. Berê jî gotinên wan yên wiha hebûn û "me gotibû ger ispat nekin ew nizimin". Em wek hikûmet û saziya siyasetê ne di nav bazareke wiha de ne. Ev hevdîtin ji aliyê dewletê ve tên kirin. Lijneyên rayedarên dewletê di demên desthilatdariya xwe de hevdîtinên wiha kirine. Berê cezayê darvekirinê veşartin."
'Dewlet ji bo çareseriyê heye'
Erdogan bersiva gotinên Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan yên "Diyalog vegeriyaye muzekereyê" jî da û da zanîn ku saziyên dewletê hevdîtinên wiha dikin û axaftina xwe wiha qedand: "Ji xwe saziyên dewletê hevdîtinên wiha dê bikin û berê jî hevdîtinên wiha kirin e. Doh jî kirin îro jî dikin sibê jî dê bikin. Nîqaşa vê yekê bê kirin bê wate ye. Dewlet ji bo vê yekê heye. Ji bo pirsan çareser bike gavên wiha bavêje. Gav avêtine û dê bavêje jî." (DİHA)