Fûad Elîko ne ji ber siyasetê hatiye girtin
Ebdulbaqî Yûsiv Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtî bo rojnama Rûdawê ragehand ku sedemê girtina Elîko ne siyasî ye, lê : "Ji ber ku kurekî wî li Lubnanê ye û hinek kêmasî di kaxezên wî yên fermî de hatine dîtin lewa konsolxaneya Sûriyê li Lubnanê daxwaza şopandina wî kiriye."
Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Îsmail Heme jî gotinên Yûsiv piştrast kir û wiha axifî: "Sedemê girtina Fûad Elîko kaxezên kurekî wî li Lubnanê bû." Û got jî ku Elîko dê di demeke kurt de were azadkirin.