• Friday, 29 November 2024
logo

Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî: ew kesê netewa xwe bugohêre naçe buheştê

Gulan Media October 30, 2010 Nûçe
Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî: ew kesê netewa xwe bugohêre naçe buheştê
Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê, ragehand ku her kesê ntewa xwe bugohêre li gor ayîna Îslamê bi tawan û guneh tê hejmartin û ew kesane tu cara buheştê nabînin.

Mela 'Ebdula Mela Se'îd Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê, li baregeha yekîtiya zanayan li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, di kongireyeke rojnamevanî de got: ''hewil tê kirin ku pirsa neteweyê di forma serjimêriya giştî ya rûniştvanên Iraqê de nemîne, û di ola Îslamê de, guhartina neteweyê bi tawan tê hejmartin, lewra gereke her kes serfirazîyê bi netewa xwe bike''.

Her derbarê vê babetê navbirî ron jî kir: ''her kesê li dijî netewa xwe kar bike, buheştê nabîne, em vê peyamê arasteyî hemû alîyekî dikin da ku parêzvaniyê li netewa xwe bikin û netewa xwe neguhêrin''.
Top