• Friday, 29 November 2024
logo

Hikûmeta Tirkiyê peyva ''Kurdistan'' ji nav malpera xwe derxist

Gulan Media October 28, 2010 Nûçe
Hikûmeta Tirkiyê peyva ''Kurdistan'' ji nav malpera xwe derxist
Wezareta Derve ya Turkiyê ragihand, ku peyva “Kurdistan” bi şaşî di malpera fermî ya hikûmeta Turkiyê de hatibû nivîsandin, ku ji bo nûçeya serdana Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatibû bikaranîn, û got “di helwêsta me de tu guhartin tunene” û ew peyv hat jêbirin.

Piştî ku nûçeya bi navê “tabu hilweşiya” di çapemeniyê de hatî belavkirin û dengvedayî, peyva ''Kurdistan'' di nûçeya malpera fermî ya Serokwezîran de (www.bbm.gov.tr) de hat derxistin û bi vî awayî bê ''Kurdistan'' hat nivîsandin: “Serokê berê yê Rêveberiya Herêma Kurdî ya Iraqê û Cîgirê KDPê Birêz Nêçîrvan Barzanî”

Li gorî nûçeya CNN Turkê, Berdevkê Wezareta Derveya Tirkiyeyê Selçuk Unal, derbarê vê mijarê de wiha axivî, “Vê sibê em pê hesiyan û ev tişte ne bi zanîn me çê bûye”, herweha diyar kir ku di helwesta Tirkiyeyê de tu guhartin tune.
Top