Baydemir: "Em Kurdistaneke xweser dixwazin''
Baydemir got, derbarî pirsgirêka kurd de, Ewropa ji Tirkiyeyê agahiyên yek alî yên dewletê digre û derbarî daxwazên xwe de jî wiha axivî: “Em, Tirkiy kî demokratîk û Kurdistaneke xweser dixwazin. Em ne li dijî hebûniya parlamentoyeke neteweyî ne. Lê em dixwazin di asta herêmî de jî parlamentoya me hebe. Em ne li dijî ne ku Tirkî zimanê resmî be, lê em dixwazin di warê herêmî de kurdî bibe zimanê resmî. Wek mînaka Katalonya ya Spanyayê. Ev serhildana 29emîn a kurdan e. Heta realîteya me bête naskirin jî em ê bidomînin.” avestakurd