• Friday, 29 November 2024
logo

Baydemir: PKK'ê vê dozê berde jî, ez bernadim

Gulan Media October 24, 2010 Nûçe
Baydemir: PKK'ê vê dozê berde jî, ez bernadim
Baydemir: PKK'ê vê dozê berde jî, ez bernadim


Şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemir got, “Kadroyên siyaseta legal a kurd bi zanebûn di vê rê de ne, ger PKK ji rê vegere jî êdî ez bernadim.”

Baydemir beşdarî bernameya “Türkiye’nin Nabzı” a Televîzyona Habertürkê bû û nivîskar û rojnamevan Oral Çalışlar jî di nav de pirsên rojnamevan û akademisyenan bersivandin. Baydemir got, doza ku niha bi navê “Doza KCKê” tê meşandin bi tevahî ser manipulasyonê ye û armanc jî girtina deriyên siyaseta legal e. Baydemir wiha axivî:

“Serokê Desteya Rêveber a KCKê Murat Karayılan e. Ger ew serokê vê be ez çawa dibim endam. Di doznameya 7 hezar rûpelan de çalekiyekê tundî jî nîn e. Kêrek mêwe jî wek emrazê tundiyê nîn e. Wê demê çima ez bi 39 salan têm darizandin.”

Baydemir got, “Bi girtina aktorên siyaseta legal, pêşiya siyaseta legal nayê vekirin. Bi şaş nîşandanê, manipule kirinê jî pêşî nayê vekirin.” Baydemir “Operasyona KCKê” jî wek “fiyasko” bi nav kir û wiha axivî:

“Divê gerîlayek, leşkerek û polîsek jî jiyana xwe ji dest nede. Ji ber PKK heye, kes nikare mafên bingehîn ên kurdan nebîne. Siyaseta înkarê ya 80 salan û zext û êşkenceyên 12ê îlonê PKK derxist holê.”

Baydemir got, “PKK êdî rola xwe lîstiye û êdî dema mîsyona siyaseta legal e. Baweriya min ev e ku, di dawî de PKK dê dakeve, hinek ji wan di nava BDPê û hinek jî di nava CHPê yan jî di nava partiyeke nû de bixebitin. Divê em ji vê nerehet nebin.”

Baydemir, balê kişandi li ser zanîngehên Tirkiyeyê ku, li ser pirsgirêka kurd ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye, heta niha yek rapor jî amade nekirine û ev e jî watedar dît. Baydemir daxwaza xweserî ya BDPê jî nirxand û wiha pêde çû:

“Xweseriya ku em behs dikin, navendîkariya Ademî ye. Vê yekê ne tenê bo Diyarbekirê, bo Deryareş, Stenbol û Deryaspî jî em dibêjin. Parlamentoya her herêmê dê hebe, lê Parlamentoya Neteweyî jî dê hebe. Mafê birayê min tirk çî ye, divê mafê min jî ew be.” AKnews
Top