Kompaniya Maraton A petrolê hat Herêma Kurdistanê
Aştî Hewramî herweha da xuyakirin, ku dê ev komapaniya han di vê dema nêzîka pêş de, li herêma kurdistanê dest bi kar û barên xwe bike û weha jî da nîşandan, ku dê gelek kompaniya yên dinên Emrîkayî berê xwe bidin herêma kurdistanê.
Kompaniya Maraton a petrolê jî kompaniyeke Emrîkî ye û li gor vê rêketinê dê li devera Herîr û devera Sefîn li petrolê bigere û dê ji %20 jî jê re be. Devera Herîr û devera Sefîn jî, li bakurê Hewlêrê ne.
Herweha, dê Maraton li devera Sersingê û devera Etrûşê jî li petrolê bigere û dê ji ya Sersingê ji %25 jê re be û ji ya Etrûşê ji %20 jê re be. Ev herdu dever jî li Badînan in.