Partiyên rastgir ên Ewropayê dijî Tirkiyeyê civiyan
Li gorî nûçeya CHAyê, partiyên rastgirên Ewropayê li dijî endamtiya Tirkiyeyê di YEyê de li paytext Viyanayê civiyan. Piştî civînê ku du rojan kişand, Serokê Partiya Azadî ya Avusturyayê (FPO) Heinz- Christian Strach, got, ji bo ku pêşiya ‘pêşhatên nebaş’ were girtin, divê xebateke cidî û bi aheng were kirin.
Starch bal kişand ser endamtiya Tirkiyeyê û got, “Heke welatên ku ne Ewropî ne, bibin endamê YEê, şaşitiyeke gelekî mezin e.”
Serokê FPOyê dest nîşan kir ku heke tişteke wisa biqewime, dê YEê ber bi Yekitiya Avrasya-Afriqayê ve biçe ku ev jî dijî konsepta aştiyê ya Ewropayê ye.
Di civîna Viyanayê de, partiyên rastgir ên Belçika, Slovakya, Îtalya, Danimarka û Îsveçê jî amade bûn. AKnews