• Friday, 29 November 2024
logo

Serok Barzanî digel şandeya danûstanên Hevpeymaniya firakisyonên Kurdistanê civya

Gulan Media October 22, 2010 Nûçe
Serok Barzanî digel şandeya danûstanên Hevpeymaniya firakisyonên Kurdistanê civya
Duhî pênşemê 21.10.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê li gel Roj Nûrî Şaweys serokê şandeya danustandinkara Îtîlafa Fraksiyona Kurdistanî û endamên şandê civiya.

Di civînê de, ku Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê û Berhem Saleh serokê hikûmeta herêma Kurdistanê amade bûn, şandeya danustandinkara Îtîlafa Fraksiyona Kurdistanî gelek bi têrûtije behsa helwesta niha ya aliyên qewareyên siyasiyên Iraqê beramber bi hevdû kir û encama danûstandinên xwe jî li gel wan alî û qewareyan xistin rû. Her wiha gelek bi hurî jî bernameya karê nû yê şandeyê hat minaqeşe kirin û biryar li ser hat dan.

Bi giştî karên şandê gelek bi bilindî hate nirxandin û serok Barzanî jî ji bo wan kar û çalakiyên ku li Bexdayê kirine spasî serok û hemû endamên şandeyê kir û cext jî li wê yekê kir ku pêwîste serkirdeyên hêzên siyasiyên Kurdistanê li naveroka danustandinan agahdar bibin û ji bo vê mebestê jî li çend rojekî pêş de li gel wan dicive.

Kombûnê de biryara wê yekê jî hate dayîn ku şandeya danustandinkar li karê xwe da, heta têgihîştineke mişterik di navbera hemû liyan de çê bibe û hikûmeta nû bê pêkanîn berdewam bibe.

Her wiha li vê kombûnê da tîşk xistin li ser destpêşxeriya serok Barzanî û bi pêwîstî hate zanîn ku li demeke nêzîk da nûnerên hemû lîsteyên serketiyan kombibin bo ku pêşketinên dawî binirxînin û amadekariyeke tevahî jî ji bo vê kombûnê saz bikin ku têda serkirdeyê wan lîsteyên serketî amade bibin.

Hêjayî gotinêye ku kombûna serok Barzanî li gel şandeya danustandinkara Îtîlafa Fraksiyona Kurdistanî li rojên pêşde berdewam dibe.
Top