• Friday, 29 November 2024
logo

Bi helkefta yeksaliya avakirina kargeha Awamedica a teybet bi çêkirina dermanan Berhem Salih seredana wê Kargehê kir

Gulan Media October 21, 2010 Nûçe
Bi helkefta yeksaliya avakirina kargeha Awamedica a teybet bi çêkirina dermanan Berhem Salih seredana wê Kargehê kir
Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di gel wezîrên saxlemiyê, bazirganiyê û parêzgarê Hewlêrê, bi helkefta yeksaliya avakirina kargeha Awamedica ya teybet bi çêkirina dermanan, serdana kargeha Awamedica li Hewlêrê kir û ji aliyê dr. Behram rêvebirê kargehê ve hatin pêşwazî kirin.

Serokê hikûmetê û şandeya pê ra bi îdareya kargeha Awamedica ra civiyan û di civînê de dr. Behram raporek li dor awayê birêveçûna karên kargeha Awamedica pêşkeş kir û got:

- Awamedica yekemîn kompaniya ye li herêma Kurdistanê ku bi awayekê modêrin, bi teknolojiyeke nû, kiwlîtîyek bilind û li gor pîverên cîhanî dermanan bo bazara herêma Kurdistanê û Îraqê çêdike.

- Awamedica heta niha 11 curên dermanan çêdike, biryare di meha Çirya paşîn de 10 curên din jî çêbike û ta dawiya salê hên jî berhemên xwe berfirehtir dike.

Ji aliyê xwe ve Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kar û xebatên rêveberiya kargeha Awamedica bilind nirxandin û got:

- Cihê dilxweşiyê ye ku li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê bi awayekî modêrin û li gor pîverên cîhanî derman tên çêkirin.

- Hikûmeta herêma Kurdistanê piştevaniya berhemên xomalî dike û dê berhemên Awamedica jî ji aliyê hikûmetê ve bihên piştevanî kirin.

Serokê hikûmeta di berdewamiya axaftina xwede tekez li ser wê yekê kir ku giringe nexweşxane û dermanxaneyên herêma Kurdisanê dermanên xwe ji Awamedica dabîn bikin û daxwaz ji rêvebirya fabrîkayê kir ku bazarên nû ji xwe re peyda bikin, bi taybetî berhemên xwe ji bo bajarên din yên Îraqê bişînin.

Piştî civînê serokê hikûmetê û şandeya pê ra di gel rêvebiriya kargehê geryanek di nav kargeha Awamedica de kir.
Top