Berhem Salih bi lîsteya Biratiya Neynewa ra rewşa deverên dabirî nirxand
Di civînê dem Xesro Goran serokê lîsteya Biratiya Neynewa raporek li ser rewşa emnî û siyasiya deverên kurdnişîn yên ser bi wîlayeta Neynewayê, jiyan û jiyara xelkê deverê pêşkeşî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kir.
Xesro Goran di rapora xwe de behsa wê yekê kir ku ji sedema siyaseta yekaliya lîsteya Hedba deverên kurdan yên ser bi wîlayeta Neunewayê ve ji hemû pêdvîtiyên jiyanê hatine îhmal kirin, ji aliyê terorîstan ve tên tehdîd kirin.û rewşa xanidn û perwerdeyê jî li deverên kurdan gelek nebaşe.
Nûnerên lîsteya Biratiya Neynewa ew yek jî eşkere kir ku ji sedemê siyaseta yekterefiya îdareya Mûsilê rewşa jiyana netewe, ol û mezhebên din jî nebaşe û ew jî di bin tirsa gefên şidet û trorîstan dane.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftina xwe de got:
- Ji sedema bicihnekirina madeya 140ê ya destûra Îraqê, ne bi tenê rewşa emnî û jiyana hevwelatiyan çareser nekiriye, lê di gelek waran de xiraptir jî lêhatiye.
- Hikûmeya herêma Kurdistanê ji wezîfeya ser milên xwe dizane ku çavê xwe bide deverên kurdan yên ser bi Neynewayê ve û li gor îmkanên xwe alîkariya wan bike. Hikûmet dê li ser alîkarîkirina hevwelatiyên deverên kurdnişîn berdewam be.
- Şertê sereke yê hikûmeta herêma Kurdistanê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê bicihkirina madeya 140ê ye. Bicihkirina wê madeya destûra Îraqê dê gelek pirsgirêk û arîşe bên çareser kirin.
Berhem Salih serokê hikûmetê di civîn digel lîsteya Biratiya Neynewa got ku hikûmeta herêma Kurdistanê di navbera netewe, ol û mezhebên deverê de cudahiyê nake û dê bi yeksanî xizmeta hemû pêkhatan bike ya di îmkanan de be di xizmetkirin û çareserkirna arîşeyan de xemsariyê nake.