Îtaliya konsolxaneya xwe li Hewlêrê vedike
Di hevdîtinekê de berpirsê têkeliyên derve sipasiya rol û xebatên sefîrê Îtaliyayê yê li Îraqê kir ku di dema karkirina xwe de wî roleke karîger di pêşxistian têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Îtaliyayê de hebû.
Mistefa di berdeamiya axaftina xwe de got ku sefareta Îtaliyayê ya li Bexdayê gelek xebatên hêja bi herêma Kurdistanê re kirine weke; vekirina nûnerataya hikûmeta Îtaliyayê li herêma Kurdistanî, xuerkirina peywendiyên herêma Kurdistanê digel herêma Lombardia û herêma Veneto yên îtalî.
Ji aliyê xwe ve sefîrê Îtaliyayê ji bo wî hevkarî û alîêkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bi serfaretxanya çtalî y ali Bexdayê û nûneratya wan li Helêrê kirî sioas kir û hêvî xwast ku têkeliyên abûrî, bazirhanî, kulturî û rewşenbîrê zêdetir di navbera heru aliuan de pêşbikevin.
Sefîrê Îtalyayê kêfxweşiya xwe nîşan de ku hijmareke ber bi çav ya şirket û kompaniyên îtalî beşdariyê di 6emîn pêşangeha Hewlêrê ya navdewletî de dikin û got ku ew jî aramî û îstîqrariya rewşa herêma Kurdistanê nîşan dide.
Her du aliyan behsa piroseya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kir û di vê çarçoveyê de Felah Mistefa helwestê serokatiya herêma Kurdistanê li dor pêkanîn ahikûmeta nû ya Îraqê zelal kir ku ew jî pêkanîna hikûmeteke hevbeşa niştimanî ye.