• Friday, 29 November 2024
logo

Tenê di vê mehê de 285 kurdên penaber hatine dersînûrkirin

Gulan Media October 19, 2010 Nûçe
Tenê di vê mehê de 285 kurdên penaber hatine dersînûrkirin
Tenê di vê mehê de 285 penaberên kurd ji welatên Ewropayê bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê ve hatin dersînûrkirin.

Deştî Cemal Berpirsê Federasyona Penaberên Kurdistanê di civîneke çapemeniyê de helwesta xwe li hemberî bi zorê hinartina penaberan ji Ewropayê bo Herêma Kurdistanê nîşan da.

Cemal aşkere kir ku ji aliyê welatên ewropî ve helmeteke nû ya dersînorkirina penaberên kurd dest pê kiriye û ragihand ku tenê di vê mehê de 285 penaberên kurd ji welatên Ewropayê bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê ve hatine dersînûrkirin.

Cemal da zanîn ku piraniya penaberên ku tên dersînûrkirin welatiyên Herêma Kurdistanê û piştî ku hatine dersînûrkirin li Bexdayê ji aliyên hikûmeta Iraqê ve rastî lêdan, tundûtujî yê jî hatine.

Deştî Cemal got jî: “Diyar e ev helmet di çarçoveya rêketina hikûmeta Iraqê di gel welatên ewropî de hatiye destpêkirin. Em wek Federasyona Penaberên Kurdistanê helwesta xwe li hemberî bizorêhinartina penaberan bo Bexdayê nîşan didin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di vê meseleyê de bêdeng e. Em dixwazin hikûmeta Herêmê li hemberî ew lêdan û heqeretên ku ji welatiyên Herêma Kurdistanê re tên kirin bê deng nebe. PUKmedia
Top