• Friday, 19 April 2024
logo

Di cejnê de malbatên 3 milyon zarokan ti dahateke wan nîne

Di cejnê de malbatên 3 milyon zarokan ti dahateke wan nîne
Li gorî raportekê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo vê cejnê 2.3 milyon kesan bo cara yekê deyn ji bankan kirine û malbatên 3.3 milyon zarokan jî li wî welatî bê dahat in.

Rojnameyên Tirkiyê raporteke taybet bi rewşa abûrî ya xelkê, di vê cejnê de belav kirine, têde behsa wê yekê dikin ku ev Cejna Remezanê ya diwemîn e ku di bin rênimayên Virusa Koronayê de tê kirin û rewşa darayî ya xelkê bi yekcarî xerab e.

Tenê tiştek heye ku vê cejnê ji a par cuda dike û ew jî zêdebûna deynê xelkê ye.

Her li gorî raportê 2.3 milyon kesan cara yekemîn krediyên takekesî ji bankan rakêşane, bi giştî 34.4 milyon kes deyndarê bankan e.

Di roportê hat diyarkirin tenê di Sibatê de 76 hezar kesan bi sedema ku dahata wan têra wan nekiriye, ji bankan deyn kirine.

Herwiha di raportê de hat ragihandin ku cara yekem e hejmara wan kesên ku di gera li pey kar de bêhêvî bûne, 1 milyon kes derbas kiriye û di nava salekê de, hejmara bêkaran 1 milyon û 478 hezar kes zêde bûye. Di Adara îsal de, hejmara bêkaran bûye 9 milyon û 204 hezar kes. Di destpêka belavbûna koronayê de ew hejmar 7 milyon û 726 hezar kes bû.

Rudaw
Top