• Thursday, 25 April 2024
logo

Zarokekî 5 salî bi guleya çeka bavê xwe jiyana xwe ji dest da

Zarokekî 5 salî bi guleya çeka bavê xwe jiyana xwe ji dest da
Li bajarokê Midyadê ser bi Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ve zarokê 5 salî di encama guleya çeka bavê xwe yê cerdevan de jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan bûyer duh 13/05/2021an li mezraya Xirabê Gura ya ser bi gundê Zaxoran ve ku girêdayî navçeya Midyadê qewimî.

Li gor zanyariyan zarokekî 7 salî yê bi navê Ş.A dema ku bi çeka bavê xwe yê cerdevan dilîst teqe çê bû û di encamê de birayê wî yê 5 salî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê gihiştin cihê bûyerê û zarokê 5 salî yê bi navê E.A bo nexweşxaneyê hat veguhastin û li beşa çavdûriya hûr dihat dermankirin.

Lê li gel hemû hewldanên pizîşkî jî ew zarok nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Fermandariya cendirme derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Rudaw
Top