• Thursday, 28 March 2024
logo

Zêrîngerekî 21 kîlo zêr bi sextekarî ji xelkê standiye

Zêrîngerekî 21  kîlo zêr bi sextekarî ji xelkê standiye
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kesê ku 21 kîlo zêr bi sextekarî ji xelkê standibû hate girtin û sibê li wî bajrî tê dadgehîkirin.

Li bazara zêran a bajarê Qamişlo mezintirîn xapandin çê bûye, 21 kîlo zêr ji çend dukanên zêran hatiye birin.

Kesê ku zêrîngerên Qamişlo xapandiye jî, 25 salî ye û bi xwe dukana wî ya seyantkirin zêran heye.

Ew kes çûye her dukaneke zêran, gotiye zêr ji min re lazim e, ezê çend parçeyên zêr ji mişteriyekî xwe re çê bikin. Herwiha çûye cem yekî din, gotiye zêr ji bo min lazim e, ezê bişînin Başûrê Kurdistanê.

Dukandar pê bawer bûne û zêr dane wî, ji ber ku zêrîngerên Qamişlo rojane miamele bi wî re dikin, lewma zêdetirî 20 kîloyan ji xwe re zêr kom kiriye û wenda bû ye.

Piştre xwe teslîmî dadgehê dike û sibe dadgehkirina wî destpê dike.

Rudaw
Top