• Friday, 29 March 2024
logo

Li Şêxanê jin û mêrekî xwediyê heft zarokan hatin kuştin

Li Şêxanê jin û mêrekî xwediyê heft zarokan hatin kuştin
Li nahiya Kelekçî ya ser bi navçeya Şêxanê, di encama şerekî de du kes hatin kuştin û pênc kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Nahiya Kelekçî Heval Mihemed Şerîf ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ji ber kêşeyeke civakî ya kevn, şerek di navbera du malbatan de derket, ku pismamê hev in.”

Heval Mihemed Şerîf diyar kir: “Aliyekî şer hê jî nayê zanîn ku li Şêxanê çawa çûne Kelekçî an her li wê derê bûn, çûne ser mala malabata din.”

Şerîf dibêje: “Di encamê de şer derket û jin û mêrekî xwedî heft zarokan jiyana xwe ji dest dan û pênc kes jî di heman malbatê de birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.”

K24
Top