• Thursday, 28 March 2024
logo

Li Mereşê kiryarê destdirêjiya cînsî ya keça 12 salî hat desteserkirin

Li Mereşê kiryarê destdirêjiya cînsî ya keça 12 salî hat desteserkirin
Li parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê kesekî bi navê M.D bi hinceta destdirêjiya cinsî bo zaroka keç ya 12 salî hat desteserkirin.

Li ser agahiyên parvekirina kesekî li ser hesabê twitêrê ku dibêje: “Dikandarekî destdirêjiya cinsî li xwarziya min ya 12 salî kiriye. Bila hemû kes hay ji xwe hebe, îro hat serê me, dibe ku sibê bê serê we jî.” Serdozgeriya Komarî ya Elbîstanê di derbarê bûyerê de lêpirsîn destpêkir.

Di bingeha lêpirsînê de zaroka 12 salî hat guhdar kirin û li ser vî esasî kesê bi navê M.D hat desteserkirin.

Li gor agahiyên hatine dest xistin lêpirsîna M.D li Navenda Ewlekariya Elbîstanê berdewam dike.

Rudaw
Top