• Saturday, 20 April 2024
logo

Di meha Adarê de 24 welatî întîhar kirine

Di meha Adarê de 24 welatî întîhar kirine
temena sê ji wan kêmtir ji 13 sale.
Li bajarên curbicur yên Rojhilata Kurdistanê întîhar kirine.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku tenê di nava meha Adarê de li Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 24 welatî ji ber sedemên curbicur li Rojhilatê Kurdistanê de întîhar kirine.

Hengawê diyar kiriye ku 13 ji wan jin û 11 din jî zilamin û temena 3 ji wan ku du keç û xortekin, di bin 18 salan deye.

Hengawê ew yek eşkere kiriye ku sedemên malbetî û kêşeyên darayî sedemên serekî yên wan întîharanin û li Sine 7, li Kirmaşanê 8, li Îlamê 5 û li Urmiyeyê jî 4 kes bi giştî 24 kes întîhar kirine.
Top