• Thursday, 28 March 2024
logo

Sedemên koçkirina ciwanan ji Rojavayê Kurdistanê çi ne?

Gulan Media December 24, 2020 Civakî
Sedemên koçkirina ciwanan ji Rojavayê Kurdistanê çi ne?
Di heyama 10 salan de, ji şer û nebûna derfetên kar, pêla koçberiya ciwanan ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê zêde bibû. Sazî û dezgehên berpirs di Rêveberiya Xweser de, diyar dikin, ku ew hewl didin bi rêya hinek projeyan, wê koçberiyê kêm bikin, lê ji ber mûçeyên kêm, di nava dezgehên Rêveberiya Xweser de, çavê beşekî ciwanan li derveyî welate.

Koçberiya ciwanan ji Rojavayê Kurdistanê bûye diyardeyeke berbiçav. Krîza Sûriyê û aloziyên 10 salên bûrî ji şer, pevçûn, hejarî, bêkarî û zehmetiyan, bandoreke mezin li ser xelkê kiriye, di nav de jî ciwanên koçber bûne.

Sedema wê koçberbûnê jî, hem ji ber nebûna derfetên kar û çavkaniyên dahatê ye, hem jî ji bo xwendinê, yan ji ber nebûna ji ber sedemên ewlehî û civakî, yan jî ji ber sîstema leşkeriya neçar, ku beşek ji ciwanan tê de beşdar nabin.

Cîgirê serokê Desteya Kar û Karûbarên Civakî Cemîl Dahir dibêje: “Sedema derketina ciwanan ji Rojavayê Kurdistanê yan ji bakurê Sûriyê ne tenê mijara nebûna kar e, çend sedemên din jî hene, yek ji wan erka xweparastinê ye, yek jî ji ber xwendinê ye û beşek jî ji bo hêviyên xwe berê xwe didin welatên Ewropayê.”

Sazî û dezgehên berpirs di Rêveberiya Xweser de, diyar dikin ku ew hewl didin bi rêya hinek projeyan, vê koçberiyê kêm bikin, bi armanca peydakirina derfetên kar.

Cemîl Dahir herwiha got: “Yek ji armancên Rêveberiya Xweser di sala 2021an de projeyan zêde bike. Ji her desteyê hate xwestin ku projeyên mezin cîbicî bikin û xwe bi xwe ji aliyê darayî ve îdare bike.”

Derbarê amar û hejmarên ciwanên koçberbûyî jî, saziyên fermî yên Rêveberiya Xweser, ti amara û hejmar ranegihandine, ew li gorî gotina berpirsên wan saziyan, bi sedema guhertina rojane û mehane ku di wan amaran de derdikeve.

Koçberbûna ciwanan ji Rojavayê Kurdistanê, ber bi welatên derodrê û Ewropayê ve berdewam e û roj bi roj nîşanên vê diyardeyê eşkere têne dîtin, ku ji serê her çend malan ciwanek koçberî derve bûye.

Şaha Xelef: Leşkeriya bi zorê sedema sereke ye




Li ser heman babetê cîgira Hevseroka Desteya Karûbarê Civakî û Kar li Rêveberiya Xweser Şaha Xelef li beşdarî bultena Rûdawê bû got, niha derfetên kar ji berî du salan bêtirin bi rêya berfirehkirina sazî û rêveberiyan.

Şaha Xelef Herweha tekez kir ku sala 2021 wê hinek proje û derfetên kar ji gencan re bêne peydakirin.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Kar û Karûbarên Civakî Şaha Xelef diyar kirk u leşkeriya bi zorê sedema sereke ya koçberbûna ciwanan e.

Bi gotina Şaha Xelef sedema duyem jî rewşa emnî ye û ev jî vedigere êrişên DAIŞê û artêşa Tirkiye û çekdarên girêdayê Enqerê.

Nêrînên ciwanan li ser koçkirinê




Piştî sala 2011an hejmareke zêde ya gêncan penaberî welatên cîran û Ewropayê bûn.

Rûdaw nerîna çend genc û kesan di derbarê sedemên derketin û rêyên çareseriyê wergirtiye.

Di baweriya wan de, sedemên herî sereke kêmbûna derfetên kar, xwendin û leşkeriya neçare.

Beşek zêde ya ciwanan ji ber nebûna derfetên kar diçin welatên din




Gencekî ji Qamişlo behsa rewşa xwe dike, ku li vir karê wî heye û pê re xwendina xwe jî dike, lewma bi derketina derve de nafikre.

Li aliyekî din tîma Rûdaw li Qamişlo serdana malbatekê kir, ku 4 xortên wê penaberî Nemsayê bûne.

Bavê wan dibêje, ku ji ber jiyana zehmet ew derketine, lê niha ew genc alîkariya wan dikin, û rewşa wan başe.

Rudaw
Top