Parlementerekî Kurdistanê: Par li deriyên Başmax û Perwîzxan 88 milyar dînar wenda bû!
Parlementerê Kurdistanê û endamê firaksiyona Gorran, Elî Heme Salih li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, li gorî wan dûvçûnên ku wî kirine, par li deriyên sînorî yên di bin kontrola YNKê de, qaçaxçîtî û gendeliyek wisa hat kirin ku “di dîroka mirovahiyê de” nehatiye kirin.
Elî Heme Salih daye zanîn jî, par li deriyên sînorî yên Başmax û Perwîzxan tenê 336 milyar dînar dahat hatibû tomarkirin, ev jî dike %33.4 dahata wan deriyên sînorî.
Wî parlementerê Gorran daye xuyakirin ku li gorî hesabên ku wî kirine, par 88 milyar dînar li wan deriyên sînorî wenda bûye û nehatiye tomarkirin.
Wî parlementerê Kurdistanê her wiha ragihandiye, ew niha mijûlî hinek dûçûnên din e jî û dê di demek nêzîk de bi belge hemiyan eşkere bike.
Basnews