Li Herêma Kurdistanê 15 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 843 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 108 kes li Hewlêrê, 315 kes li Silêmaniyê, 287 kes li Duhokê, 8 kes li Helebceyê, 67 kes li Germiyanê û 9 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 2 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 794 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 146031
Mirin: 3959
Başbûn: 122829
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.
K24