Medyaya PKKê: Artêşa Tirkiyê gaza bijehr li dijî gerîllayan bikar aniye
Tê gotin ku artêşa Tirkiyê pêgehên gerîllayan li Girê Mam Reşo li devera Avaşîn bi dijwarî bombebaran kirine û hêzên Yekîneyên Jinên Azad û Hêzên Parastina Gel (HPG) bi tundî rûbirûyê wan hêzan bûne ku daketine vê navçeyê.
Her li gor medya nêzîkî PKKê, hêzên Tirkiyê bo kontrolkirina tûnêl û şikeftên gerîllayan êrîş kirine, lê bi dijwarî bersiva wan hatiye dayîn û hêzên Tirkiyê jî gaza bijehr bikar anîne.
Şeva borî Şemiyê 24ê Nîsana 2021ê, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar got: “Ji doh demjimêr 17:40 deqeyan ve li Bakurê Iraqê bi destpêkirina bordûmana zemînî me dest bi operasyonê kir. Piştre demjimêr 19:20 deqe bi rêya firokeyên şer me dirêjî bi operasyonê da. Paşê me demjimêr 21:00 bi rêya helîkopteran dest bi gihandina serbazîn xwe kir bo xalên destnîşankirî. Ev pêngav jî bê pirsgirêk, qeza û bela hatin cîbicîhkirin.”
Peyamnêrê Rûdawê jî ragihand ku li navçeya Amêdiyê ya Duhokê şeva borî li devera Zinarê Kêste şerekî giran di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Artêşa Tirkiyê derket û Tirkiyê du navçeyên Amêdiyê bombebaran kirin, heta serê sibeha jî dengê balafiran dihat bihîstn.
Balefirên Tirkiyê sînorê herdû nahiyeyê Kanî Masî û navenda qezaya Amêdiyê bombebaran kir.
Rêveberê Nahiyeya Kanî Masî Serbest Sebrî ji Rûdawê re ragihand, 4 helîkopterên Tirkiyê di şerê li Zinarê Kêste de beşdar in, herweha Geliyê Bazê li wî sînorî hat bombebarankirin û dengê balefiran li navçeyê heta derengî şevê jî berdewam dihat bihîstn.
Derbarê ziyanan de jî, Serbest Sebrî ragihand, ti ziyaneke canî di nava sivîlan nebûye, lê tirs û dilgiranî li cem xelkê navçeyê çêbûye û got: “Bi sedema êrîşên Artêşa Tirkiyê, agir bi daristanên navçeyê ketiye. Ji bilî Zinarê Kêste, hêz li navçeya Derarê belav bûye, ku 9 kîlometreyan ji sînor û 15 kîlometreyan ji gundê Hirorê dûr e.
Ji bilî bombebaran û topbaranê, Artêşa Tirkiyê bi kûrahiya bi dehên kîlometreyan xaka Başûrê Kurdistanê derbas kiriye.
Nişteciyekî gundê Belave bi navê Faiq Belaveyî jî ji Rûdaw re ragihand, Tirkiyê 4 caran li ser hevdû, gundên Sergelê û Sigêrê li sînorê devera Nihêlê ser bi navenda qezaya Amêdiyê ve bombebaran kir.
Rudaw