Îro agirbesta demkî ya rawestandina şer li Qamişlo bidawî dibe
Nûçegihana Rûdawê li Qamişlo ragihand, ji bo diyarîkirina çarenivîsa taxa Tey ya bajarê Qamişlo, û rawestandina şerê li wê taxê nûnerên Asayişê û yên Çekdarên Berevaniya Niştîmanî li Balefirgeha Qamişlo bi serperiştiya Polîsên serbazî yên Rûsiyê bicivin.
Nûçegihana Rûdawê Vîvyan Fetah ragihand, demijmêr 10 şeva bûrî çekdarên Berevaniya Niştîmanî du top avêtin û li taxa Hilko ya Qamişlo ketin, ji ber ku li cihekî vala ket, ti ziyanên wê nebûn.
Aagirbesta rawestandina şer di anvbera Asayîşa Rêveberiya Xweser û hêzên bi navê Berevaniya Niştimanî de, ji duh demjimêr 7ê êvarê ketiye warê cîbicîkirinê de û , heta îro demijmêr 10ê sibehê berdewam be.
Ev çend roj in, ku şer û pevçûn di navbera hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û çekdarên Berevaniya Niştîmanî de li taxa Tey ya Qamişlo berdewam bûn.
Rudaw