• Friday, 29 November 2024
logo

Li Herêma Kurdistanê di 3 mehan de 126 kesan bi bûyerên hatûçûnê jiyana xwe ji dest dane

Gulan Media April 22, 2021 Nûçe
Li Herêma Kurdistanê di 3 mehan de 126 kesan bi bûyerên hatûçûnê jiyana xwe ji dest dane
Li gor amaran, tenê di 3 mehên destpêkê yên îsal de, li Herêma Kurdistanê 850 bûyerên çûnûhatinê rûdane û 126 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji hezar kesî jî birîndar bûne.

Li gor amaran:

Li Hewlêrê: 205 bûyerên çûnûhatinê.

Li Silêmaniyê: 251 bûyerên çûnûhatinê.

Li Duhokê: 196 bûyerên çûnûhatinê.

Li Helebce: 21 bûyerên çûnûhatinê.

Li Germiyanê: 72 bûyerên çûnûhatinê.

Li Raperînê: 47 bûyerên çûnûhatinê.

Li Soran: 58 bûyerên çûnûhatinê.

Di encama van bûyerên li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê de, 126 kesan canê xwe ji dest dan û 1439 kesên din jî birîndar bûne.

Rêveberê berê yê Ragihandin û Pêwendiyên Çûnûhatina Herêma Kurdistanê Emîd Ebdulqadir Sedîq ji K24ê re ragihand, amarên mirin û birîndarbûna di bûyerên çûnûhatinê de, ji qurbaniyên vîrûsa Koronayê zêdetir e.

Got jî: Yek ji sedemên zêdebûna bûyerên çûnûhatinê li Herêma Kurdistanê, yeknexistina moleta ajokariyê ye, ku heta niha bi çend awayên cuda tên derxistin.”

Herwiha got jî: “Sedemên din jî, girêdayî têkçûna riyan, rewşa keşûhewayê û pabendnebûna xelkê bi yasa û rênimayên çûnûhatinê ye.”

Basnews
Top