Li Herêma Kurdistanê di 3 mehan de 126 kesan bi bûyerên hatûçûnê jiyana xwe ji dest dane
Li gor amaran:
Li Hewlêrê: 205 bûyerên çûnûhatinê.
Li Silêmaniyê: 251 bûyerên çûnûhatinê.
Li Duhokê: 196 bûyerên çûnûhatinê.
Li Helebce: 21 bûyerên çûnûhatinê.
Li Germiyanê: 72 bûyerên çûnûhatinê.
Li Raperînê: 47 bûyerên çûnûhatinê.
Li Soran: 58 bûyerên çûnûhatinê.
Di encama van bûyerên li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê de, 126 kesan canê xwe ji dest dan û 1439 kesên din jî birîndar bûne.
Rêveberê berê yê Ragihandin û Pêwendiyên Çûnûhatina Herêma Kurdistanê Emîd Ebdulqadir Sedîq ji K24ê re ragihand, amarên mirin û birîndarbûna di bûyerên çûnûhatinê de, ji qurbaniyên vîrûsa Koronayê zêdetir e.
Got jî: Yek ji sedemên zêdebûna bûyerên çûnûhatinê li Herêma Kurdistanê, yeknexistina moleta ajokariyê ye, ku heta niha bi çend awayên cuda tên derxistin.”
Herwiha got jî: “Sedemên din jî, girêdayî têkçûna riyan, rewşa keşûhewayê û pabendnebûna xelkê bi yasa û rênimayên çûnûhatinê ye.”
Basnews