Li Merîwanê du pasdarên Îranê hatin kuştin
Çavkaniyên nêzîkî sipaha pasdarên Îranê ragihandine, şeva borî li derdora bajarê Merîwanê di navbera pasdaran û çekdarên nenas de şer derket.
Li gorî agahiyên wan çavkaniyan, di wî şerî de du pasdar hatin kuştin.
Nehatiye gotin ku ew hêza çekdar kî bûne û girêdayî çi partî yan rêxistinekî bûne.
Heta niha ti partî û hêzeka Rojhilatî jî ew êriş negirtiye ser xwe.
Basnews