• Friday, 29 November 2024
logo

Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Yûnanê civiya

Gulan Media April 22, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Yûnanê civiya
Yûnan dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.


Roja çarşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê nû yê Yûnanê yê li Hewlêrê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 21 Nîsana 2021an me pêşwaziya Konsulusê nû yê Yûnanê yê li Hewlêrê Stafors Krimis kir û jiber destbikar kirina wî me pîrozbayî li wî kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest û tekez li ser vê yekê kir Kurdistan pêşwaziya pere pêdana têkiliyan li gel Yûnanê dike.

Konsulusê giştî yê nû yê Yûnanê hevdem li gel behs kirin derbarê têkiliyên dostane û dîrokî yên di navbera herêma Kurdistanê û Yûnanê de, tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê xwedan pêgeheke girînge û faktereke serekî ya aramiya deverê ye.

Nav hatî amadebûna welatê xwe jî bo bihêztirkirina têkiliyên xwe li gel herêma Kurdistanê di her warî de diyar kir.
Top