Serok Barzanî pêşwazî li konsolê Japonya li Hewlêrê kir
Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:
Roja pênçşem 22.04.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Arakawa Mîkîhîro Konsolê Japonya li Hewlêrê kir.
Li hevdîtinê de Konsolê Japonya li Hewlêrê ji bilî xwenasandina bi Serok Barzanî wekî Konsolê Japonya li Hewlêr, xwesta welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Japonya û Herêma Kurdistanê ya li warên cûda cûda de xisterû.
Her li vê civînê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Konsolê Japonya li Hewlêrê xwest û pêşwaziyê jî li berfirehbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Japonyayê kir.
Rewşa siyasiya Iraqê û gef û êrîşên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.