Berpirsekî partiya Şûî ya Kurdistanê: Heşda Şeibî naxwaze deverên Kurdistanî aram bin
Berpirsê komîteya partiya Şûî ya Kurdistanê li bajarê Xaneqînê, Ebas Rehman ji BasNewsê re got, piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017 êrişên terorîstî li devera Xaneqînê zêde bûne.
Ebas Rehman her wiha got, derdora Xaneqînê bûye cihê veşartina serkirdeyên DAIŞê. Lê destê milîsan û hikûmeta Iraqê jî di çêkirina vê rewşê de heye.
Wî berpirsê partiya Şûî da zanîn, eger hêzên Iraqî bixwazin dikarin wan deveran kontrol bikin lê naxwazin bikin. Bi taybet Heşda Şeibî naxwaze ji ber ku aramî û başbûna rewşa wan deveran ne di berjewendiya wan de ye.
Basnews