• Friday, 29 November 2024
logo

Xelkê Lubnanê xwepêşandanan li dijî Îranê dikin

Gulan Media April 20, 2021 Nûçe
Xelkê Lubnanê xwepêşandanan li dijî Îranê dikin
Rewşa Lubnanê her ku diçe xirabtir dibe, kirîz li pey kirîzê. Krîzên pêkneanîna hikûmetê û kirîza aborî nebes, niha xelkê Lubnanê ji destêwerdana Iranê di karûbarê navxwe yê welatê xwe de aciz in û dest bi xwepêşandanan kirine.

Xelkê Lubnanê li dijî destwerdanên Îranê dest bi xwepêşandanê kir. Xwepêşander di wê baweriyê de ne ku Îranê Lubnan dagîr kiriye û bi rêya nûnerên xwe aboriya wî welatî têk birine. Ji destpêka sala 2019an ve û heya niha Lîreya Lubnanê 90% ya bihayê xwe ji dest daye.

Li dijî destwerdanên Îranê di karûbarên Lubnanê de bi rêya Hizbullaha Lubnanî, xelkên Lubnanê li pêşiya Wezareta derve ya wî welatî li Taxa Eşrefiyê li Beyrûta paytext dest bi xwepêşandanekê kirin.

Wezareta Derve ya Lubnanê berî niha bangihêştek arasteyî balyozê Îranê li Lubnanê kiribû piştî êrişên serkirdeyên Îranê ser Patirakê Maronî Bişara EL-Raî ku daxwaz ji Hizbullah kiribû çekên xwe radest bike, lê balyozê Îranê guh nedabû banga Wezareta Lubnanê û amade nebû û Wezareta Lubnanî jî ti helwest li dijî balyozê Îranê nestand û vê yekê jî xelkê Lubnanê dilgiran kir û xelkê bi dirûşman daxwaza derxistina Balyozê Îran ji Lubnanê kir.

Welatiyekî Lubnanê dibêje: “Berpirsekeî mezin ji hikûmeta Îranê behsa serweriya Lubnanî dike wek ku bibêje Lubnan li ser neqşeyê tune ye, eger balyozê Îranê hatiba ser daxwaza Wezîrê Derve niha daxwaz nedihat kirin ji Lubnanê derkeve û vegere welatê xwe.”

Di 18ê Nîsana 2006an de Encûmena Asayîşa Navdewletî ser bi Netewên Yekbûyî hersê biryarên 1559-1680-1701 derxistin ku divê hemû hêzên biyanî ji Lubnanê vekişên, hemû grûpên çekdar çekên xwe radest bikin û tenê hêzên ser bi hikûmeta Lubnanê çekan hilgirin û deshilatdariya wan ser hemû xaka Lubnanê hebe, lê heta niha grûpên çekdar ser bi Hizbullaha Lubnanî çekên xwe radest nekirine, vê yekê jî xelk dilgiran kiriye.

Welatiyeke Lubnanê jî got: “Îranê Lubnan dagîr kiriye û wê ber bi wêraniyê ve dibe, bi rêya nûnerê xwe li Lubnanê Hizbullah aboriya me têkbir, da ku ew bi hêz bimîne û welatekî bi çûk ji bo xwe çêbike, em dibînin çawa niha nexweşxane û bankên taybet bi wan hene, em dixwazin bi aştî bijîn, em pişgiriya Patriyark dikin û daxwaz dikin biryarên navdewletî 1559-1680-1701 werin cîbicîkirin û em ji vê dagîrkeriyê xelas bin.”

Ji despêkirina kirîza aborî li Lubnanê ji 2019an ve heta niha Lîreya Lubnanî %90 ji buhayê xwe ji dest da ye, berê yek dolar derdora yek hezar û 500 Lîre bû, niha yek dolar zêdetir ji 15 hezar Lîre dike.

Mûçeyê karmedên hikûmetê ku berê derdora 600 dolar bû, niha kêmtir ji 60 dolare. Li gor amarên Netewên Yekbûyî %55 ji xelkê Lubnanê niha dibin hêla hejariyê de dijîn.

Rudaw
Top