• Friday, 29 November 2024
logo

Serokwezîr li gel Serokê tîma lêkolînên tawanên DIŞIê civiya

Gulan Media April 20, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel Serokê tîma lêkolînên tawanên DIŞIê civiya
bûye dozgerê giştî yê dadgeha navnetewî ya tawanan.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê berê yê tîma lêkolînên tawanên DIŞIê û dozgerê giştî yê nû yê dadgeha navnetewî ya tawanan civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand:

Roja duşem 19ê Nîsana 2021an me pêşwaziya Şêwirmendê taybetî û Serokê tîma lêkolînên navnetewî li ser tawanên DIŞIê Kerîm, Esed Ehmed Xan kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêngavên prosesa dadgehî kirina Tawanbarên DIŞIê û hemahengiya desthilata dadwerî û dezgehên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê û hewlên amadekirina proje qanûna taybet bi dadgeha tawanbarên taybet bi tawanên DIŞIê li herêma Kurdistanê de hate kirin.

Şêwirmendê taybet û Serokê tîma lêkolînên navnetewî li ser tawanên DIŞIê, stayîşa hemahengiya hikûmeta herêma Kurdistanê û piştgîriyên Serokê hikûmetê ji kar û pîwerdariyên tîma UNITAD û pergala dadweriyê kir û ezmûna herêma Kurdistanê di vê warî de weke mînakeke serkeftî li deverê de wesif kir.

Di berdewamiya civînê de me jî spasiya Şêwirmendê taybet û Serokê tîma UNITAD kir jiber dema kar kirinê li Îraq û herêma Kurdistanê bo bidest anîna dadmendiyê bo qurbaniyên tawanên DIŞIê û qerebû kirina kesûkarên wan.

Me herwiha pîrozbayî li nav hatî kir ku weke dozgerê giştî li dadgeha navnetewî ya tawanan hatiye hilbijartin û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Top